Serhildana gel a li Îranê di roja 12’an de bê navber berdewam dike û li seranserê welêt belav bûn. Di serî de li Tehran, Meşhed, Qum, Hemedan, Reşt, bajarên Kurdan û li gelek bajaran xwepêşander bi hêzên dewletê re pevçûn. Di tevahiya şevê de li meydanên bajêr dirûşmeyên dijî hikûmetê hatin berzkirin.
LI MEŞHED Û TEHRANÊ PEVÇÛN
Li taxa Nûdeh a Meşhedê, di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pevçûnên tund çêbûn. Di dema pevçûnan de, hin qereqolên polîsan ên li taxê hatin şewitandin. Meydana Mahe Sorkh a Tehranê bi dirûşmeya “Ji dîktator re mirin” hejiya. Hat gotin ku xwepêşanderên li paytextê wesayîtên polîsan şewitandine û xwepêşandan gihîştine astek mezin.
LI HEMEDANÊ DIKAN NEHATIN VEKIRIN
Li parêzgeha Hemedanê bi hezaran kes daketin kolanan. Dikkan girtî man û gel beşdarî greveke giştî bû. Di xwepêşandanan de hêrsa li dijî polîtîkayên zextê yên rejîmê derket pêş.
LI BAJARÊN KURDAN BERXWEDAN
Li bajarê Kurdan Kirmaşanê, êrîşên tund ên hêzên rejîmê li ser gel berdewam dikin. Hat destnîşankirin ku gule li xwepêşanderan hatine reşandin û tundîtûjî hatiye bikar anîn û hat gotin ku ev yek hêrsa gel hîn zêdetir kiriye.
Li Qesra Şîrîn, gel alên hikûmeta Îranê daxistin û çalakiyên xwe berdewam kirin. Li Urmiyeyê jî Kurd daketin kolanan; di navbera hêzên rejîmê û gel de pevçûn diqewimin. Li seranserê bajarîn Kurdan ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya greva giştî daketin kolanan.
Bi deh hezaran kes li Qumê ku yek ji navendên olî yê Îranê ye, meşa xwe didomînin. Li bajarê ku demek dirêj wekî keleha mollayan tê zanîn, gel ji rojên ewilî yê serhildanê ve beşdarî xwepêşandanan bûne. Îro di saetêb êvarê de bi hezaran kes li kolanan bûn. Di xwepêşandanan de dirûşmeya “Bicehime Xameney" derket pêş.
LI REŞT, TALÎŞ Û BORUJERDÊ ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ
Bi deh hezaran kesên bi biryar li Reştê daketin kolanan. Bajarê Talîşê ku Azerî lê dijîn jî tevlî serhildanê bû, di heman demê de bi hezaran kes di çarçoveya greva giştî de li Borujerd û Loristanê çalakî li dar xistin.
BÊKARÎ, BIHABÛN Û GENDELÎ TÊ PROTESTOKIRIN
Gelê Meşhedê, bêkarî, bihabûn, gendelî û pêkanînên dij-demokratîk ên rejîmê protesto dikin.
Hat zanîn ku îro di saetên êvarê de xwepêşandanên herî berfireh û girseyî yên serhildanê li seranserê welêt hatin lidarxistin.
HRANA: HERÎ KÊM 45 KES HATIN QETILKIRIN
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku hêzên dewletê di 12 rojan de herî kêm 45 xwepêşander qetil kirin. Ji kesên hatine qetilkirin 8 jê zarok bûn. Her wiha hat ragihandin ku di xwepêşandanan de 2,217 kes hatine binçavkirin û bi sedan kes jî birîndar bûne.